INISTÎTÛTA KURDIYA RÛSIYE, DIÇE HEWLÊRÊ

15:27 - 15 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Weke tê zanîn beriya çend rojan li ser wexandina fermî ya Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Kurdistanê heyetek ji Înistîtoya Kurdî ya li Rûsiyayê bi Serokatiya Serokê înistîtoya han gehêşte Kurdistanê.

Li gor “Mal” Piştî gehêştinê, heyet çendîn civîn û hevdîtinên curbicur pêk anî û Îro jî ev heyeta han serî li kolêja wêje ya Zanîneha Selahedînê da û ji aliyê Rayedarên Kolêja han ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtineke de behsa pergala perwerdehî û pergala xwendinê li Kurdistanê de hate kirin û pişt re jî yek ji endamên heyetê ku, xwedanê çendîn lêkolînên cidî li ser Dîroka Kurde peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser Dîroka Gelê Kurd û wêjeya Kurdî.

Heyeta han hewl bo vê yekê dide daku, çiqek înistîtoya Kurdî li Rûsiyayê li Hewlêrê ve bike.