Îlam/ Çanda Zagros bi dîroka xwe ya kevnar warşinasiyê nûjen dike

19:39 - 15 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Alavên kevnar û bastanî ên nû li hindik deverên berê yên rojhilatê Kurdistanê, li îlama hatin peyda kirin.

li gorî raporta ajnasa nûçegihaniya Kurdpa, komek ji şûnwarnasên Îtalyayî û Îranî di lêkolîneke devera “Lelar” a Sîmore li Îlamê, encamên balkêş bidest xistin.

di encama kolîn û kûr kirina erdê de, (bi peydabûna amûrên kevnar), du serdemên jiyanê ên dîrokî li devera Sîmore “Dewrana Asin”û “Dawiya Hikûmeta Sasasanî ,” tên keşf kirin.

bi gotina serpereştê wê girûpê hevpar a şûnwarnasan, armanca wan vekolînan, rizgar kirina devera Sîmore ji çûyîna bin avê bûye, jiber kû sedî 60 ji devera kevnar a “Lelar”a Sîmore bi çêkirina bendavê bin av bûye.

Amanên Seramîkî (sofalîn), geç (kils) a dîwarên odeyan, cihên çêkirina xwerinan (aşxane) û herwisa kevirên aş û conîyan, ji wan asarên kevnar ên peydabûyî li Îlamê ne ku serpereşta girûpa bastannasî-Lêyla Niyakan di axaftin ligel nûçegihanioya “Îrna ”qala wan kiribû.

\"24201.jpg\"
şûnwarên devera Sîmore a Îlamê ku bin av bibûn
pêştir jî lêkolîner bi keşfkirinekî nîşan dabûnn ku Îlam yekem cihê bikaranîna cotkariyê bûye.

Şonwarên dîrokî û kevnar ên îlamê derhênerê vê yekê ne ku Kurdistan xwedî dîrokek dewlemend a aborî, pêşesaziyê û bazerganiyê di dewrana dawiya sasaniyan û destpêka Îslamê de bûye.

weşandina vê nûçeyê di demekê de ye ku beşa “Lelar”a Îlamê bi ferehiya 35 hiktaran beriya niha bı 83 salan, li nava berhemên netewî de hatiye bi cih kirin lê mixabin bi çêkirina baraja Sîmore wek destkevtiyeke nû ya hikûmeta Îslamiya Îranê ew dever ber bi li navçûnê ve diçe.

Doktor Hemîd Fehîmî derbareya Serdema Hesin li Îranê dibêje: Dewrana naskirî bi dewreya Hesin li mêrge (felat) a Îranê serdemek bû ku bi awayekî ron û sade hekî bê gotin, berfireh bûna hikûmet û paşatiyê li beşên bakûr, rojava û başûr rojava bo seranserê mêrgeya Îranê bû. Serdemek ku di wî zemanî de nimûneyên jingehî, civakî û çandî ji aliyê cîranê Îranê ve bê guman bi ketina bin bandora çanda welatên derdor, guhrtin bi xwe dît. Jiber vê piraniya berhemên hunerî ên pêkhatî ê wî zemanî bi awayekî bû ku xeyaleke pêkhateya etnîkên nû dixiste bîra mirovan. Dewreya ku asin tu car roleke serkî û bi bandor li guhertinên çandî , aborî û pêşesazî de nelîstîye.