Îlam teqîna mîn 810 welatî qurbanî kirine

20:07 - 15 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: li midê 8 salan de 810 welatiyên Kurd li parêzgeha Îlam li sedem teqîna mîn, birîndar û seqet bûne.

Nûçe gihaniyên lokal yên parêzgeha Îlam bi gotina” berpirsê dezgeha giştiya vê parêzgehê” weşandiye ku ji sala 1384 heya kutayiya sala 1391a rojî bi gelemper 810 kes ji welatiyên Kurd li şarên Îlam, Mêhran û Dêhloran li sedem teqîna mînên li şûnde mayî yên şerê Îran-Êraq, birîndar û seqet bûne.

Sadiq Rostamî hegera zêde bûna hejmara mîn li zevî û erdê çandina parêzgeha Îlamê selimand, lê welatiyên Kurd xemsarîya berpirsên hukûmetê û aliyên girêdayî, bi hegera zêde bûna wan hejmaran tûnin hisêb.

Rêxirava UNISEF, welatê Êraq û sinûrên vî welatî tev Îran bi pir ji mîn tirîn herêma dinya binav kir û hejmara mînîn çeqandî yên dij kesî, zêdetir ji 20,000,000e ku 1,000Km ji xaka Êraq mînrêje û ew cê jê tirsînêye,pişkik zora xaka Êraq hev sinûrê herêmên Kurd rûniştiyên Îranê ye û xelk jî bi hegera kasibî û karobarên kolberiya serhedan zêdetir li wan sinûrane dibin qurbanî.

Her wisa parêzgeha Îlam, 430 Km sinûrê hevpar tev welatê Êraqê heye û li dema 8 salên şerê Îran-Êraqê de hezaran mîn ji her 2 aliyên şer li ser sinûran çeqandine û paşî borina 25 salan jê heya niha ew serhedane weke xwe mane.