Îlam paytexta xwekujiyan di Îranê de ye

14:32 - 3 Şibat 2017
Ajansa Kurdpa: Parêzgeha Îlamê serbarê vê ku di destê hejarî û bêkariyê de dinalîne, di heman demê de jî pileya yekem ya xwekujiyê heye.

Li gora raporeke nûçegihaniya “ÎLNA”yê Hemdullah Bêygî endamê Şêvra Bilind ya parêzgehan di 36.emîn civîna giştî ya Şêvra Bilind ya Îranê ragehand ku yek ji kêşeyên parêzgeha Îlamê, kêşeya ava vexwarinê ye, û serbarê vê ku vê parêzgehê çendîn bendav hene, lê e wav bo zewî û zarên cîranên wan dicing.

Hemdullah Bêygî endamê Şêvra Bilind ya parêzgehan bas ji vê yekê jî kir ku hejarî û bêkarî di Îlamê de bêdadiyê dike, û ciwanên vê parêzgehê hawara xwe dibin ber xwekuştinê.

Eva jî serbarê vê yekê ye ku Îlamê pileya duyem ya berhemanîna petrol û gaze heye, lê dahata wê bo pêkanîna derfetên kar di bajarên din ên Îranê de tê xerckirin.

Navbirî derbarê rewşa perwerdehiyê de, gellek rexne li karbidestan girt, û ragehand ku rewşa perwerdê di xwendingehên Îlamê de sifr e, û birêveberê xwendingehan jî neçarin hawara xwe bo xelkê hejar û bêdahat ê gundan bibin, da ku alîkariya wan bikin di germkirina polên xwendinê de.