Îlam: Darên berûyan di nava gurya agir de man

20:39 - 17 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Careke din çol û daristanên Rojhilatê Kurdistanê tûşî bûyera agir pêkevtinê bûn. Li parêzgeha Îlmê û bajarê Melekşahî, darên berûyan di nava gurya agir de man.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja şembî 16`ê gulanê, yek û nîv hiktar daristanên Melekşahî di nava agir de bûne rejî.

Tê gotin piraniya darên şewitî yên wê daristanê berû bûne.

Bi gotina peyamnêrê Kurdpa li Îlamê, ew agir piştî çend demjimêran, ji aliyê hemwelatiyên deverê û alîkariya navenda Çavkaniyên Xwezayî ve hatiye vemirandin.

Bajarê Melekşahî xwedî 103 hezar û 260 hiktar erdê çolî û 110 hezar û 970 hiktar jî daristanên xwezaî ye. Panahiya daristanên nexwezaî yên Melekşahî jî 560 hiktar hatiye destnîşankirin.

Pêştir jî 12`ê Newroza evsal, dîsa daristanên derdora Îlamê bi bûyera şewitînê re rû bi rû bibûn.

Gorî amarên li navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatinî tomar kirin, li sala 2014`an bi ser hev 235 haletên agirpêkevtinan li deverên Kurdistanê hatine holê; ji wan 174 halet li Sine, 37 li Kirmaşanê , 17 li Urmiyeyê û 7 halet jî li parêzgeha Îlamê qewimîn e.