Îdareya Îttlata Sinê,belênnameyê(Soz)ji hevjîna Madih Nezerî destine

12:50 - 2 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hêvjîna Madih Nezerî rojnamenivîs û sernivîskarê du heftînameya “Dîdgah”li bin zext û givaşên Îdareya Îttlata bajarê Snê deye.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,hevjîna Madih Nezerî rojnameniivîsê bêser kirî yê Kurd ji aliyê navenda nûçeyî a Îdareya Îttlata bajarê Sinê hat gazî kirin û lêpirsîn jê hatkirin.

Şiwa Gencî seva hevpêvîn tevî Mêdia yan li ser rewşa mere xwe û nexuya bûna vî,ji aliyê Îdareya Îttlatê soz jê hat wergirtin ku li hevpêvîn tevî Mêdia yan xwe biparêze û eger wisa neke dê tûşî girtin û lêpirsînê bibe.

\"11317.jpg\"
Hevjina rojnamenivîsê Kurd seva zext û givaşên hêzên ewlekarî û dilgiranî li hember çarenivîsa Madih Nezerî, li roja Çarşem û Pêncşemê di nexweşxaneya bajarê Sinê di bin çavedêriya pizîşkî debû.

wergirtina sozê ji Şîwa Gecî di demekê deye ku Mêrê vî li 20 rojan beriya niha bêsere û cihê vî heya niha nehatiye zanîn.

Berê hevjîna rojnamenivîsê Kurd di hevpêvînek telefonîde tevî ajansa kurdpa ragehand:Madih Nezerî nêzîk bi mangek beriya niha ji aliyê Îdareya Îttlatê hatibû gazî kirin û gef jê hatibûn xwarin.