Îdareya Îttlat a bajarê Sinê lêpirsîn û gefan ji çelengek Olî dike

12:37 - 27 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:yek ji berpirsyarên Deftera Şivra Mekteba Quran a Kurdistana Îranê,ji aliyê Îdareya Îttlata dewletê hat gazî kirin û bi xurtî hereşe jê hate kirin.

Li gorî nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihanî a Kurdpa, çend rojan berî niha “Ebdula Ebasî” yek ji çalakvanên Olî ên Kurdistanê ji aliyê Nawenda Nûçeyî a Îdareya Îttlat a bajarê Sinê hat gazî kirin û bo heyamê 4 demjimêran kevte ber lêpirsînê.

\"10879.jpg\"
Ebdula Ebasî yek ji karbidestên Deftera “Hesen Emînî” mûftiyê naskirî ê Kurdistana Îranê ye ku di meha Xeramanana îsla 4 caran hatibû gazî kirin û li ser kar û çelengiyên vî di nava Mekteba Quran de lêpirsîn jê hatiye kirin.

malpera “Îslam Kurd”bilav kir, Ebdula Ebasî ji aliyê hêzên Nawenda Nûçeyan a Îdareya Îttlat li ser dest hilgirtin ji kar û xebatên mesebî bi awayên cûr bi cûr gef jê hatiye xwarin.

Berê jî çelengê han li 6’ê Gelawêja Îsal ji aliyê hêzên ewlehî ên dewletê hatibû girtin û nêzîk bi 10 rojan hatibû destbiser kirin ku paşê bi danana barimteya 50 milyon timenî bi awayek demkî hat azad kirin.
gazî kirin û lêpirsîn ji çelengê han di demekê de ye ku ev heftiye ji aliyê hikûmeta Îranê wek “Yeketiya navbera Mesebên Îslamî” hatiye bi nav kirin.