Îdareya Îtlaata Rejima Îranê li gel azad bûna Enwer Hûsên Penahî dijberiyê dike

13:38 - 11 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Îdareya ewlehiya parêzgeha Sinê, rêgirîyê li azad bûna bi merc a girtîyekî siyasî yê Kurd dike

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê  Sazîya dadwerî a hikûmeta Îslamî ya Îranê razî bûna xwe di gel azad bûna bi merc a girtîyê sîyasî ê Kurd “Enver Hûsên Pnahî” da zanîn lê ji alîyê Îdareya Îtlaat a bajarê Sinê dijberîya birayara han tê kirin.

çavkanîyekî nêz li malabata Hûsên Penahî bi Ajansa Kurdpa’ê, ragehand kû: Îdareya Îtlaat a bajarê Sinê dijberîyê di gel kêm kirin û lêxweş bûna wî girtîyê siyasî ê Kurd dike.

\"10120.jpg\"
her wiha hêzên Îdareya Îtlaat a Komara Îslamîya Îranê bi girtîyê han ragehandine kû heya dawiya hûkimê wî, nabe mirexesî bi wî bihê dan.
Li Befranbara sala bihorî de malbata “Enver Hûsên Pnahî” girtîyê siyasî yê Kurd, di nameyekê de jibo Ehemed Şehîd rêportêrê taybetî yê mafê mirov ê netewên yek girtî û çavedêrê mafê mirov û rêkxistina nûçegihanê bê sinor û hejimarek li çelengên mafê mirov daxwaz kiribûn ku piştewanîyê ji azadîya kurê wan biken.

Enwer Hûsên Penahî di Havîna îsal bi hikûmê Serdozgerîya bajarê Sinê çûbû mirexesiyê.

Enwer Hûsên Penahî di Xezelwera sala 1386 a rojî bi tawana alikarî tewî Partiyekî Kurdistanî hate girtin û bi 16 sala hepsê hate mehkûm kirin.

\"10120.jpg\"