Îdareya Îtila`ata bajarê Seqizê malbateke Kurd ji bo vê navendê gazî kir

21:35 - 11 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Malbata çalakvanekî Kedkarî yê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê ji bo Îdareya Îtila`ata vî bajarî hate gazîkirin, û lêpirsîn li wan hatin kirin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 10`ê Hezîranê, “Xezal Îsma`îlî”, “Arman Îsma`îlî”, “Xebat Rehîmî” hevjîna “Usman Îsmal`îlî” ji bo navenda îdareya îtila`ata bajarê Seqizê hatine gazîkirin.

Ev 3 hevwelatiyên Kurd bi tohmeta girtina vîdyoyan ji merasima “Roja Cîhanî a Kedkaran” di bajarê Seqizê de, ji bo Navenda Îdareya Îtila`ata vî bajarî hatine gazîkirin, û her di vê derheqê de jî, ji aliyê hêzên Îdareya Îtila`atê ve lêpirsîn ji van hatiye kirin.

Hêzên Îdareya Îtila`tê ji van 3 hevwelatiyên Kurd daxwaz kirine da ku ji bo beşdarîkirina di merasimên roja “Cîhanî a Kedkaran” û “Roja Cîhanî a Jinan” û herwisa di merasmên din de, qewlê bidin ku êdî tu wêne yan jî vîdyoyan negirin, lê evan ev soz û qewl cîbicî nekirin.

Her di vê rojê de, “Seyîd Elî Husêynî” çalakvanê Kedkariyê bi tometa beşdarîkirin di merasima roja “Cîhanî a Kedkaran” de ji aliyê îdareya Îtila`ta bajarê Seqizê ve lêpirsîn jê hatibû kirin.