Îdareya Îtilaa’t ya parêzgeha Ehwazê Ciwanekî Ereb direvîne

19:55 - 8 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Ereb xelkê parêzgeha Ehwazê ji aliyê îdareya Îtila’at ve hate revandin û piştre hat bêserûşûnkirin.

Li gor nûçeyan, ciwanekî Ereb xelkê parêzgeha Ehwazê bi navê “Hemze Husênzade” piştî vê ku ji aliyê hêzên îdareya Îtilaa’tê ve hate revandin, hate bêşesûşûnkirin, û heya niha tu zanyariyek li ser navbirî nine.

Hemze Husênzade temen 17 sal, û xelkê devera “Kûreşar me’şûr” (Mahşehr) bûye ku di 29.11.1393’an de hatiye destbiserkirin, û heya niha çarenivîsa wî nediyare.

\"29489.jpg\"
Çalakvanên mafê mirov ragehandin: Hemze li ser şeqama “Gejey Kure” alaya rejîma Îranê binpê kiribû, ku piştî derbazbûna çend rojan ji aliyê çend kes bi kincên medenî ve hat revandin.

Malbata navbirî bo zanyarî wergirtin li ser qedera navbirî li nexweşxane û girtîgehên Îranê digerên, û bo zanyarîdan bi raya giştî jî şunasa Hemze li rojnemeyan da bilav kirin, piştre îdareya Îtilaa’t a Ehwazê malbata navbirî haydar dikin, ku li kurê xwe negerin.

Li heyama çend salên derbazbûyî de çendîn kes ji Erebên Ehwazê wek Xeyban Ebdawî xelkê Hemdiye, Mihemed Çeçildawî li Ehwazê, Reza Mixamsî li Dîzfûl, Mihemed Ke’fit li Şûş di bin îşkenceya rejîma komara Îslamî de hatin kuştin.