“Îclal Qewamî” bi barimteya 20 milyon Tûmenî hate azad kirin

21:57 - 20 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Rojnamevanekî Kurd yê akinciyê bajarê Sine piştî yekem civîna lêpirsînê bi danîna barimteya 20 milyon Tûmenî hate azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, Îro Duşemî 29`ê meha Gelawêjê (20 Tebaxê) yekem civîna lêpirsînê li “Îclal Qewamî” çalakvanê mafê mirovan û rojnamevanê Kurd ê akinciyê bajarê Sine di taya du a lêpirsînê ya dadgeha Qezayî a Bihêştî a vî bajarî de bi rê ve çû.

Tohmeta vî çalakvanê mafê mirovan yê Kurd “belavkirina vir û derevan bi armanca têkdana bîrûraya giştî” bûye, û navbirî piştî tewawkirina yekem civîna lêpirsînê, bi danîna barimteya 20 milyon Tûmenî hate azadkirin.

Roja Sêşemî 23`ê Gelawêjê, ev rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan yê Kurd ji bo taya du a lêpirsînê a dadweriya bajarê Sine hatibû gazîkirin.

“Îclal Qewamî” 27`ê Rezbera îsal di taya çar a Dadgeha Pêdaçûnê ya bajarê Sine bi tohmeta “tebilîx li dijî hikûmetê, û gotûbêjkirin digel medyayên dijî hikûmetê û herwisa belavkirina nivîsên nerast, û bêrêzîkirin bi Spaha Pasdaran” wê bê mehkemekirin.

Vî çalakvanê mafê mirovan û rojnamevanê Kurd li sala1379`an, di rojnameya Îran de dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û niha jî yek ji rojnamevanê navûdeng yên Kurdistan Rojhilat tê hesibandin.