Husêyn Penahî: %40a girtiyên siyasîû sivîl li Îran, welatiyên Kurdin

14:12 - 14 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: xebatkarik siyasiyê Kurd li konfiransa kontrol kirina berpêbûna mafê mirov li Îran, çend gotin li ser pirsgirêka mafê mirov pêşkêş kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Sêyimîn konfiransa kontrol kirina mafê mirov li hukûmeta islamiya Îranê de, li şarê Jinêv û bi mêwandaritî ji Emced Husêyn Penahî ji Kurdistana Îranê, bi rêço.

Ev xebatkarê mafê mirov, bas ser girtina serexweya welatiyên Kurd ji aliyê senterên êminîû intizamiyên hukûmeta islamiya Îranê kir.

Navbirî, xêncîbalkêşandin ser hindê dewlet pilanên şminnî li servetir ji pilanên civakî, siyasîû aborî didanê, ragihand: istatîstik, derînerê wê rastiyêne ku pitir ji %40a girtiyên siyasiyên welatêÎran, xebatkarên siyasîû sivîlên Kurdin.

Husêyn Penahî, ku li roja Înî de ew gotin pêşkêş kirin, ewjî xiste rû ku, birîna hukmê bi sêdaredana 15 xebatkarên siyasiyê Kurd li çend salên borî de, nîşandeka zortir bûna bandora ji ast derketiye ser xelkê Kurdistana Îranê.

Navbirî li doma basa xwede ew jî got: dewleta Hesen rohanî, bi cê hindê bawiriya ji dest çoyiya xelkê bixe serveyî pilanan, penah bo serkut û anîn pêya rewşik êminîtir kirin û fetisandina xwestên yasayiyên Kurdan birîye û ev jî bêbawiriyik pitir bi dû xwe aniye.

Li vê konfiransê de, Emced Hosêyn Penahî, bi pişrast kirin bi statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa, hejmara girtina serexweya welatiyên Kurd, 140 kes daye xûya ku, 111 kes ji wan, ji aliyê hêzên êminîû ajanên wizareta ewlehiyê de hatine girtin.

Li vê civînêde, Êlahê Emanî li ser” pirsa berpê kirna mafê jinên hews kirî”û Nîma Pûr Yaqûb li ser pirsa” rêgirî kirin ji çareseriya duxtorîû dermanê girtiyan”, gotinên xwe pêşkêş kirin.

Ev civîn, ji aliyê rêxirava na-hukûmiya Sudwind de hatibû rêxistin.

Rêxirava Sudwind li sala 1979 de hatiye damezirandin û li sala 2009a zayînî de, pila rawêjkariya (ECOSOC)(şoraya aboriya civakiya rêxirava UN(United Nations Economic and Social Council) pêdane.
\"22052.jpg\"

\"22053.jpg\"

\"22054.jpg\"