“Husên Îbrahîmhemize û Cemal Yûsifî” hatin azadkirin

19:09 - 15 Gulan 2022

Îro Yekşemî 25`ê Banemerê, “Husên Îbrahîmhemize û Cemal Yûsifî”, du girtiyên siyasî ên xelkê bajarê Bokanê ji girtîgeha bajarê Mehabadê hatin azadkirin.

 “Husên Îbrahîmhemize” piştî bidawîhatina heyama cezayê wî hatiye azadkirin û “Cemal Yûsifî” jî, bi mirexesiyê ji girtîgeha bajarê Mehabadê hatiye azadkirin.

Ew herdu girtiyên siyasî bi tohmeta “piropagende li dijî nizam û endambûna digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberên hikûmeta Îranê” ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Mehabadê ve bi 5 sal û 7 meh û 16 roj girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Ew herdu girtî ji sala 1399`an a rojî ji girtîgeha bajarê Bokanê bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatibûn veguhastin.

Herwisa ew du girtiyên Kurd li destpêka meha Befranbara sala 1397`an a rojî, bona lêpirsînê ji girtîgeha bajarê Bokanê bo îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibûn veguhastin û piştire bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatibûn veguhastin.

 “Husên Îbrahîmhemze” li rêkevta 8`ê Rezbera sala 1395`an a rojî bi tohmeta “endambûn digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û “Cemal Yûsifî” jî, li 25`ê Xezelwera hemen salê hatibû binçavkirin.

Ew herdu welatî di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêregihîştina bi parêzer” hatibûne bêparkirin.