Husên Ehmedîniyaz: Cezaya bidarvekirina Hidayet Ebdullahpûr bi sedema givaşên navendên ewlehiyê hatiye pesendkirin

21:43 - 10 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Parêzerê dosiya Ebdullahpûr, girtiyê siyasî yê Kurd yê hepsî di girtîgeha navendî ya Urmiyê de pejirandina cezaya vî girtiyê siyasî yê Kurd, li dijî yasaya Îranê ragehandiye.

Husên Ehmedîniyaz perêzerê dosiya Hidayet Ebdullahpûr, girtiyê siyasî yê Kurd yê hepsî di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, di gotûbêja digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê de, derheq pejirandina cezaya bidarverkirina vî girtiyê de gotiye ku: “Cezaya bidarvekirina Hidayet Ebdullahpûr bi neheqî hatiye pejirandin”.

Navbirî ev yeka jî zêde kiriye ku: “Li gorî gelaleya Şêvra Bilind ya Ewlehiya Neteweyî û givaşên li ser Dîwana Bilind ya Ewlehiyê ya dewletê di taya 47 ya vê dadgehê de, cezaya bidarvekirinê ji aliyê Dîwana Bilind ya Dewletê ve hatiye sepandin, û eva di demekê de ye ku Dîwana Bilind ya dewletê pêştir bêtawanbûna Hidayet pejrandibû, û ev kesekî bê tawan dabû naskirin, lê dadgeha Şoreşê ya taya du ya bajarê Urmiyê bo careke din cezaya bidarvekirinê ku di taya 47 de bi parêzeriya Husên Ehmedîniyaz û bavê wî hatibû ragehandin, bê tawanbûna wî pejrandibû”.

Wî parêzerê paye yek yê dadweriyê gotiye ku: “Mixabin givaşên navendên ewlehiyê yên wekî Wezareta Îtila`atê û Saziya Îtila`ata Spahê, sedema pejirandina vî cazayî bûne, lê ev cezaya li dijî yasayên Îranê ye ku hatiye pesendkirin”.

Roja Duşemî 16`ê Rezberê, Dîwana Bilind ya Dewletê, cezaya bidarvekirina Hidayet Ebdulapûr girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê daye pesendkirin.

Roja Pêncşemî 28`ê Beframbara 1396`an, Hidayet Ebdullahpûr kurê Ebûbekir, girtiyê siyasî yê Kurd bo cara duyem di dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê de hate mehkemekirin, û dadgehê navbirî bi tawana “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên hikûmeta Îranê” dîsan bi bidarvekirinê mehkûm kir.

Berê kesekî nêzîkî Hidayet Ebdullahpûr derheq pêşveçûna piroseya mehkemekirina wî girtiyê siyasî yê Kurd, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragehandbû ku: “Piştî vê ku cezaya bidarvekirina Hidayet Ebdullahapûr di taya 47 ya Dîwana Bilind ya Dewletê de hatibû binpêkirin, û ev bo dadgeha Şoreşê ya Urmiyê hatibû şandin, û Hidayet Ebdullahpûr di taya du ya dadgeha Şoreş ya Urmiyê de hatibû dadgehkirin, û bo cara duyem li ser daxwaz û givaşên “hifazeta” îtila`at a Spaha Pasdaran a Urmiyê, cezaya bidarvekirinê bi ser de sepandibûn”.