Hûnermendekî Kurd warê xwe bicih hêla

15:38 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Givaşên hêzên ewlehî ên hikûmeta Îranê, hûnermendekî Kurd neçarkirin ku warê xwe bi cih bihêle.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Kawe Fethî” hûnermendekî Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê, bi sedema givaşên hêzên ewlehî, neçar ma warê xwe bicih bêhle.

Ew hûnermendê Kurd, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpayê” re ragihandiye: “Ewe heyama 8 mehin li tirsî gazîkirin û givaşên hêzên ewlehî ên bajarê Kamiyaranê, min warê xwe bicih hêlaye.

Herwisa navbirî got: “Li tirsa gazîkirin û givaşên hêzên ewlehî, neçar bûm rû li welateke ciran ê Îranê bikim”.

Herwisa wî hûnermendî Kurd daye zanîn ku, “piraniya stranên min basa kolberan, dîyarde û xisarên civakî ên civata Kurdistanê bûne”.

“Kawe Fethî” xwediyê çend berhemên wekî: “Kazîwe, Sifra wale a kolberan, helbest û nan” û herwisa çend berhemên din e.

Di salên derbasbûyî de, çendîn kes li çalakvanên ferhengî, xwendekar, jîngehparêz, medenî, hûnermend û çalkvanên sîyasî ên Kurd, bi sedema givaşên hêzên îdareya îtila`at û navendên ewlehî yên hikûmeta Îslamî a Îranê, neçarbûne welatên xwe bicih bêhlin.