Kirmaşan; 169 roj binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Êhsan Wêne, heta yek telefon jî tune

16:13 - 22 Hezîran 2026

31ê Cozerdana 1405an a Rojî; Piştî derbasbûna zêdetirî 5 mehan li ser binçavkirina bereday, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîsa "Êhsan Wêne", welatiyekî Kurd ê temenm 29 salî yê xelkê Kirmaşanê tune. Di vê heyamê de, ew ji mafê her têkilî, hevdîtina i malbata xwe re û mafê hebûna parêzer bêpar hatiye hiştin, û tu saziyeke berpirsiyar bersiva rewşa wî nedaye.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û got: Piştî 5 meh û 17 rojan binçavkirinê, tu agahî li derheq çarenivîsa "Êhsan Wêne", xortekî Kurd ê temen 29 salî tune. Di vê heyamê de, wî heta saniyeyekê jî bi malbata xwe re têkilî tunebûye, û xizmên wî nizanin "ka ew sax e an na". Her wiha, saziyên ewlehiyê, girtîgeh û navendên ragirtinê ti bersivek nadin şopandina xizmên wî û tenê dibêjin: "Agahiyên me nînin".

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina wî an jî tohmetên li dijî wî tune ne, û hêzên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane.

Êhsan Wêne, temen 29 salî, zewicî ye û du zarokên wî hene.

Nebûna ti agahdariyê li derheq çarenivîsa Êhsan Wêne piştî derbasbûna 169 rojan ragirtinê, bêparkirina tam ji têkiliyê bi malbata wî re, nebûna hebûna mafê parêzer, û redkirina saziyên berpirsiyar ji bo dayîna her agahdariyê, ji perspektîfa qanûna navneteweyî, dikare hêmanên windabûna bi zorê û ragirtina bê sebeb dihewîne. Rewşek ku bi bandor kesek li derveyî parastina qanûnê dixe û fikarên micid li ser ewlehiya wî ya laşî û derûnî derdixe holê. Mercên ku saziyên mafên mirovan weke faktorên ku metirsiya îşkence, reftarên xerab û binpêkirinên mafê darizandinek adil zêde dikin dibînin.

Ev rewş ji bilî nakokiya bi erkên navneteweyî yên Komara Îslamî ya Îranê di warê mafê azadî, ewlehiya mirovan û darizandina dadperwer de, her wiha bi madeyên 32 û 35 ên Destûrê û mafên yasayî yên tawanbaran di Qanûna Prosedûra Ceza de jî nakok e; Qanûnên ku tekezî li ser mafê agahdarkirina li derheq rewşa binçarkirin, mafê hebûna parêzer û pabendbûna bi prosedurên yasayî di piroseyên binçavkirinê de dikin.

Kurdpa bi rêya çavkaniyên pêbawer agahî bi dest xistiye ku nîşan dide ku gelek ji girtiyên li Kirmaşanê di şert û mercên pir nemirovane de di tesîseke ewlehiyê de têne girtin ku ev 6 meh in tê bikar anîn, bi bêparkirina mafê serdan, têkilî bi malbatê re û hebûna mafê parêzer.