Hûnermendekî Kurd bi 2 sal heps hat cezadan

19:23 - 7 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Taya yek a dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, 2 sal cezaya hepsê bo hûnermendê Kurd birî.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 13`ê Reşemeh(4`ê Adar)`ê hûnermenê Kurd yê bi navê “Pêyîman Mîrzazade ”, bi du sal hepsa te`izîrî hat ceza dan.

Li gorî gotina kêsên nêzîkî wî hûnermendê Kurd, roja Şemî 11`ê Reşemeh(2`ê Adar)`ê “Pêyîman Mîrzazade ” li taya yek a dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê, ji aliyê dadwer “Çabok”, bi tohmeta “encamdana çalakiyên teblîxî li dijî nizamê” bi du sal hepsa te`izîrî hatiye cezakirin.

Li gorî vê çavkaniyê, dadwer “Çabok” li hemberî danîna barimteyê bo azadiya demkî a wî hûnermendê Kurd bo heya hatine dema civîna dadgehê, dijberî kiriye.

Li gorî gotina vê çavkaniyê, ew hûnermendê Kurd, heya niha jî di girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê de ye.

ew hûnermendê Kurd, bi tawana endambûna li yek ji partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, hatiye desteserkirin.

roja Duşemî 6`ê Reşemehê, ew hûnermendê Kurd, piştî lêkolînê bo girtîgeha Navendî ya bajarê Urmiyê veguhestine.

Ew hûnermendê Kurd li 28`ê Sermaweza 1396`an bi tawana “gotina stranên şoreşgerî yên Kurdî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibû desteserkirin, û di heftiya duyem ya Befranbara wê salê de jî, ji aliyê taya 3`ê ya dadgeha Şoreş ya bajarê Urmiyê bi tawana encamdana “çalakiyên teblîxî li dijî nizamê” bi bê hebûna parêzer, 6 meh hepsê hatye cezakirin.

Pêyîman Mîrzazade” roja Înê 18`ê Cozerdana sala borî, piştî derbazkirina 6 mehan di girtîgeha bajarê Urmiyê de, hatibû azadkirin.