Hunermendekî Kurd berhema xwe ya hunerî agir pêxist

15:33 - 24 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermendekî maketçî (makêtsaz) yê Bokana rojhilatê Kurdistanê bi sedema guh nedana karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê bi çalakiyên çandî û hunerî, berhema xwe di nava komê de û berçavên hemûyan agir pêxist.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Kemal Ezîzî ku beriya niha bi 6 salan makete Textê Sulêman çêkiribû, piştî bi dawî anîna wê berhemê ew di çiyayê “Kêwreş”ê Bokanê şewitand.

Navborî bi lêkolîneke dijwar û tekoşîna di 7 mehan ew esera hunerî bi hev ve zeliqandina darikên biçûk jêr navê textê Sulêman çêkiribû.

Usman Rehmanzade di destpêka Newrozê de pêşangeheke gelnasî a deverên rojhilatê Kurdistanê li Bokanê lidar xist

Ji aliyekî din ve Usman Rehmanzade di destpêka Newrozê de, pêşangeha gelnasî a deverên rojhilatê Kurdistanê li Bokanê lidarxist.

Bi gotina peyamnêrê Kurdp, di wê pêşangehê de, nêzî 1 hezar û 450 berhemên hunerî ên wî hunermendê Kurd hatin pêşandan, lê bi sedema bêqîmet kirina eserên çandî û hunerî ji aliyê hikûmet Îranê ve, welatiyan gellek kêm beşdarî ji pêşangehê kirin.

Usman Rehmanzade ku bi bavê “Jîtoya Îranê” binav bang e, ji gundê “Naçît”ê ser bi Bokanê ji dayîk bûye û heya niha çendîn pêşangeh li welatê Îranê li dar xistine.

\"25588.jpg\"

\"25587.jpg\"

\"25585.jpg\"

\"25584.jpg\"

\"25583.jpg\"

\"25582.jpg\"