Hunermendê herî bi temen yê duterjen ê Kurdên Xurasanê koça dawiyê kir

13:22 - 24 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Xulam Hisên Efkarî naskiri bi “Mela Xulam Hisên Bexşî” hunermendê dutarjen ê Kurdê Xurasanê di temenê 102 saliyê de koça dawiyê kir.


Malpera Kurdpirês bilav kir: Efkarî yek ji bi tementirin dutarjenê Kurd ê Xurasanê û dawîn kesê hev temenê Bexşîyên mezin yên bajarê Quçanê, wek Hecî Qurban Silêmanî û Hecî Hisên Yêgane ye ku roja 3ê Befranbarê koça dawi kir.

Hecî Xulam bi yek ji xwendekarên heri serkevtî yê Xan Mihemed Bexşî, dutarjenê efsaneyî ê Kurdên Xurasanê tê hesibandin ku di rêûresmên Olî de wek Bexşî kilamên Olî û Quranê dixwandin.

Mamosta Xulam dawîn xwendingeha hinbûn û xwendina Quranê li herêmên Kurd akincî yê Xurasanê birêve dibir û seba vê yekê li cem xelkê bi Mela hatiye naskirin.
Mozîka Bexşî sê sal beri niha di Yonskoyê hatiye tomar kirin.
di heyamê yek salê bihûrî de çendîn kes ji Bexşîyên heri naskiri wek Xulam Hisên Efkarî Koça dawî kirine.