Welatiyekî bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin
Êvara roja Yekşemî 5ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Nadir Bayezîdîazer” temen 30 salî, û kurê “Qadir” xelkê gundê “Lec” yê girêdayî bajarê “Mehabad”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û bo cihek nediyar hat veguhastin.









