Hukûmeta islamiya Îran girtiyk siyasî bi sêdarê da

13:18 - 2 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: girtiyik siyasî, ji xelkêşarê Abadan, li parêzgeha Ehwaz, ku bi tometa alîgirî ji rêxirava mocahidîn ê xalq êÎran, sizaya bi sêdaredanê jê re birîbûn, hukmê bi sêdaredana wî li girtîgeha RecayîŞehra Kerec, bi rêço.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Xulam Riza Xusrewî Sewad Canî, ku li sala 1386a rojî de bi tometa alîgirî ji rêxirava mojahidînê xalqêÎran, hatibû girtin û paşî li proseyik dûr û dirêja dadweriyê de, hukmê bi sêdaredanê serde sepandin, sibêzûya roja Yekşem,11ê Cozerdan( 1 June2014), li temenê 49 saliyê li girtîgeha RecayîŞehra Kerec de, bi sêdarê dan.

Xulam Riza Xusrewî, ku bi tometa alîkari kirin tev televizyona Sîmayê Azadî( televizyona mocahidînê xelq) de hatibû girtin, li dadgeha inqilaba Refsencan de, bi 3 sal hewsa teizîrîû 3 sal hewsa helpesartî, hatibû mehkûm kirin û li sedem protestoya dadsitanê Kirman de hukum bi 6 sal hewsa teizîrî hate zêde kirin û li incam de paşî hindê ku dosya vî, raguhastiyê Tehran kirin, sizaya bi sêdaredanê, jê re birîn û ev hukum li dadgeha bilinda welat de hate erênî kirinê.

Ev girtiyê siyasî, ku li sala 1360 de hatibû girtin, bi 5 salan hatibû hews kirin, sala 1386 de paşî hatin girtinê, midê 40 heyvan li oda teke kesî de mabû ku bi dujwarî hatibûîşkence kirin û jêpirsînan.

Li vê barê de, serekaniyik agadar, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; ev girtiyê siyasî li demik ku hukmê bi sêdaredana vî bi rêço, çi ji advokat-parêzerên vî(Şîma Qûşe û Ebdull Fettah Sultanî), agarê bi rêçona hukum nebûne û sibêzûya roja yekşem, 11ê Cozerdan(1 June 2014) jî, ji aliyê wizareta ewlehiyê de ketine ber hereşan ku li bas û hevpeyvîn tev ragihandinan, xwe biparêzin.