Hukmê bi sêdaredana lawik din yê Kurd li girtîgeha Bem bi rê ço

19:57 - 12 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: bi sêdaredana lawik 27 salî li girtîgeha Bem li parezgeha Kirman, hejmara bi sêdaredana welatiyên Kurd li 21 rojên Borî de li welatê Îranê gihîşte 19 kesan.

Gorekî raporta ajnsa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya îro, Pêncşem, 21ê Sermawez, lawik Kurd bi navê” Efşîn Derwazî(Derbazî)” 27 salî, kurê Sadiq ji xelkê Gundê “ Gengeçîn” ser bi dewera Sêro(Biradost) bi sêdarê dan.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, Efşîn Debazî li demik de bi sêdarê dane ku roja borî de nûnerê şarê Ormî tev birayê Efşîn Derbazî, bi amanca pêşgirtin ji bi rê çona hukmê sêdaredana Efşîn, serdana dadgeha bilinda welatê Îranê kiribûn, lê sibêzûya Îro, Pêncşem, bi sêdarê dan.

Her wisa li roja Sêşemê, 19ê Sermawezê de jî lawik Kurd bi navê “ Bêhzad Xelîlî” 24 salî, kurê Mohemmed Riza ji xelkê şarê Şino, ji aliyên berpirsên girtîgeha sêntrala Ormiyê bi sêdarê dan.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Sermawez heya niha(21 Roj), 65 hevwelatî li Îranê bi sêdarê dane.

Ji gelempera vê hejmarê 19 kes ji wan welatiyên Kurd bûn.