Hukmê bi sêdaredana Hebîbullah Lefîfî nêzî cîbicî kirnêye

19:58 - 7 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: nûça ji holê rakirina xebatkarik siyasiyê Kurd li girtîgeha sêntrala Sinê ji aliyê advokat-parêzer û malbata wî hate nerênî kirin.

Gorekî raporat gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, advokat-parêzerê girtiyê siyasiyê Kurd, Hebîbullah Letîfî, gorekî gotina hindik ji serekaniyên nûçan ser ji holê rakirina hukmê sêdaredana vî nerast ragihand.

\"17229.jpg\"
xwîşka Hebîb li hevpeyvîn tev hin ragihandinan de ji holê nerakirina hukmê bi sêdaredana birayê xwe bas kir û got: her an û dem metirsiya cîbicî kirina hukmê Hebîb heye\"
Salih Nîkbext bi raportêrê Kurdpa got: hukmê bi sêdaredana Hebîb ji holê nehatiye rakirin û cîbicî kirna hukum jî nêzik bûye.

Evî ji heval û civînên naw-netewî yên parêzerê mafê mirov xwest ku pêşgirî ji cîbicî kirina hukê vî xebatkarê siyasiyê Kurd li girtîgeha sêntrala Sinê de bikin.

Her wisa xwîşka Hebîb li hevpeyvîn tev hin ragihandinan de ji holê nerakirina hukmê bi sêdaredana birayê xwe bas kir û got: her an û dem metirsiya cîbicî kirina hukmê Hebîb heye.

\"17230.jpg\"
Salih Nîkbext ji heval û civînên naw-netewî yên parêzerê mafê mirov xwest ku pêşgirî ji cîbicî kirina hukê vî xebatkarê siyasiyê Kurd li girtîgeha sêntrala Sinê de bikin
Hebîbullah Letîfî li sala 1360 li sinê de ji dayîk bûye û despêka heyva Abana sala 1386 de ji aliyê ajanên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê li Sinê, hatiye girtin û 4 heyvan li oda teke kesî de bihorandibû.

ev li heyva Tîra 1387 de li şaxa 1a dadgeha inqilaba Sinê bi dadeweriya qazî Babayî, bi tometa xebat dijî tenahî(êminî)ya netewî bi rewşa xebata xwendekarî-siyasî bi sêdaredanê mehkûm bû.

Li çend rojên borî de kempêyna bergirî ji girtiyên siyasî û şaristanetî ji pûç kirina hukmê sêdara 3 xebatkarên siyasiyê Kurd bi navên Hebîbullah Efşarî, Mensûr Arwend û Elî Efşarî li girtîgeha sêntrala Ormî, ragihandibû.