Hukmê 5 sal hepsê bi ser welatiyekî Kurd de hate sepandin

13:57 - 29 Adar 2020

Welatiyekî Kurd bi navê “ Şakir Bêhrûzî “ xelkê Gundê Dizê li herêma Mirgewer, ji aliyê taya 2` a dadgeha binav şorişa Îslamî a bajarê Urmiyê bi dozgeriya “ Şêxlû “ bi 5 sal hukima te`zîrî hat cezadan.

Taya 2` a dadgeha Înqilabî a bajarê Urmiyê, ew hukime bi sûçê “ Endam bûn li yek ji partiyên Kurd yên dijberê rejîma Îranê “ bi ser de hatiye sepandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, Şakir Bêhrûz , Roja 9`ê Xakelêwê, bi sûçê “ kuştina yek ji endamên sipaha pasdaran” li taya 1` a dadgeha nizamî a bajarê Urmiyê, bi serokatiya dadwer “ Berizkar” hatiye dadgehî kirin, û bi wî tohmeta xistine situyê wî heya niha nehatiye selmandin, û dadgehî kirina navbirî dubare bo du mehên din hate paş êxistin.

Ew welatiyê Kurd, Roja 21`ê Reşeme a sala 1397`an, ji aliyê hêzên Îtla`atê we hatibû destbiserkirin û piştî derbasbûna salek û 9 rojan bi ser girtina wî re, li oda take kesî a sipaha Elmehdî a bajarê Urmiyê ve, bo girtîgeha nawendî a wî bajarî hatibû veguhastin.