Hukmê 2 sal girtîgehê jibo Pîrejinek 77 salî a Kurd li Turkiyê

15:04 - 29 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Jinek kal a Kurd li Turkiyê bi tawana xwedî kirina Girîlayên PKK’ê, ji aliyê dadgeha wî welatî bi zîndana navmalê û girêdana “pêbenda Beqî”bi pêyê vê, hat mehkûm kirin.

Malpera “Esrî Îran” di nûçeyekê de bilav kir, Nefîse Babayîqît”jina 77 salî ya Kurd û xelkê “Kuca Elî”a Turkiyê seva xwedîkirina girîlayên PKK,ê bi 2 sal û 1 meh zîndanê bo nav mala xwe û girêdana “pêbenda berqî”hatiye mehkûm kirin.

jina han heyamê 2 mehane ku pêbenda Berqî pêve hatiye girêdan û hemû rojê li demjimêr 2 heya 3’ê piştî niwro dikare serdana derveyî mal bike.

Di heyamê 38 sal xebata Partiya Kedkarên Kurdistana Turkiyê pitir ji 40 hezar kes di şer û pevçûnên di navbera dewlet û PKK’ê de hatine kuştin û bi hezaran kes jî bê cih û war bûne û sedan gundên Kurdan bi destê dewleta Turk hatine kavil kirin.

PKK’e di heyamê pitir ji 30 salên bihûrî de ,daxwaza otonomiya îtnîkî û çandî li kurdistana Turkiyê, û xwendin bi zimanê dayikî di xwendingehan de bi awayek fermî ,xebata çekdarî kiriye.

Ebdullah Ocelan rêberê girtî yê PKK’ê di peyamekê de bi hilkevta Newroza Îsal,daxwaz ji Parta xwe kiribû ku jibilî agirbestê , sînorên Turkiyê bi cih bêlin û bo Kurdistana Îraqê paşvebikêşin.

piştre di 22’ê Adarê de “Morad Qereyêlan”,Fermandarê leşkerî yê PKK’ê di peyameke Vîdiyoî de bi awayek fermî agirbest ragehand.

Niha Pirsa Kurd li Turkiyê li rêya Aştî ber bi çareseriyê diçe.

\"12315.jpg\"


\"12316.jpg\"


\"12317.jpg\"


\"12318.jpg\"


\"12319.jpg\"