Hukmê 13 sal hewsa teizîrî bo 5 xebatkarên Karkerî li Bokan hat erênî kirin

16:50 - 15 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: dadgeha pêdeçona parêzgeha Azerbaycana Rojava, hukmê hewsa teizîrî bo 5 xebatkarên karkerî yên ji Kurdên şarê Bokan, pişrast kir.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa: 5 xebatkarên karkerî yên Kurdên ji xelkêşarê Bokan ku li roja 25ê Sermaweza sala 1392 de, ji aliyêşaxa 1a dadgeha inqilaba şarê Mihabad de hatibûn dadgehî kirin, bi hewsa teizîrî hatibûn mehkûn kirin, dadgeha pêdeçonê, hukmûn wan erênî kir.

Dadgeha pêdeçona parêzgehê, hukmê 3 sal û niv hewsa teizîrî, bo Cemal Mîna Şîrîû hadî Tenûmend, pişrast kir û her wisa hukmê 2 sal hewsa teizîrî, bo Qasim Ibrahîm pûr, Ibrahîm Mistefa pûr û Mohemmed Kerîmî, erênî kiriye.

Malpera komîta haw ahangî, weşandiye, ev 5 xebatkarên karkerî yên Kurd, 29ê Sermaweza sala 1391a rojî de, bi hegera pişkdarî kirin li kom bûna giştiya komîta haw ahangî li şarê Kerec, hatine girtin û paşî 43 roj ji girtinê, bi danîna barmita 30,000,000 tûmenî, hatibûn berdan.

Her wisa çend roj pêş niha de, xebatkarik karkeriyê din ji xelkêşarê Bokan bi navê Hesen Resûl Nijad ku li roja 4ê Pûşpera sala 1388 de tev Hadî Tenûmend, hatibû girtin, ji aliyêşaxa 1a dadgeha inqilaba Mihabadê de , hukmê 1 sal hewsa teizîrî, jêre birîbûn.