Hogirî bi Sunnitiya Kurdistan 20 Ereb raguhastiyê girtîgehê kir

21:04 - 17 Gulan 2014
Ajansa Kurdap: 20 welatiyê Ereb ji xelkê Ehwaz, li kutayiya heftiya borî de paşî erênî kirina hukmê 1 sal hews, raguhastiyê girtîgeha Karûn bûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; dadgeha pêdeçona parêzgeha Xûzistan, hukmê 1 sal hewsa teizîrî, bo welatiyên Ereb erênî kir.

Ev hejmar kes, li sala borî de hatibûn girtin û paşî hindik jiwan bi danîna barmitê hatibûn berdanê.

Hukmê dayî ser wan kesan” guhirîna awirê Olî(Mezheb) û hogirî bi mezhebê Sunnî” tometa wan ragihandibûn ku bi serokatiya dadwer Seyîd Mohemmed Baqir Mûsewî, hukmê gelemperî bo wan dabû.

Xebatkarên mafê mirovê Ereb, nasnama 4 kes ji wan kesan ku li roja 25ê heyva Ordîbehêşt( 15 May 2014) de rahuhastiyê girtîgeha Karûn kiribûn wa şanî kir: Heyder Seyyahî kurê Nacî, Hamid Seyyahî kurê Nacî, Ceifer Seyyahî kurê Hadîû Tofîq Megtaî zadê kurê Mohemmed.

Her wisa binkên asayişa Ehwaz li danna hukmê welatiyên hatî girtinê de, têkiliî tev kesên ehlê Sonnet(li hukum de Selefî hatiye nivîsîn) li parêzgehên rojava(Kurdistan) jî anîbûne ber holê.

Yekik din ji niqtên cê ser fikirîn li hukmê hatî danê yê dezgeha dadweriya Îran, kombûnên fêrkarî, kitêb û pirtûkên nivîskî, bi navê wesîlên kirina tawan, hatiye hisêb û kesên hatî girtin, wezîfedar bi habûn li mizgevt û ciyên ehlê Teşeyyoi bi midê 2 salan kirine.

Li midê heftiya borî de ya kêm 14 kes ji welatiyên Kurd yên ji bawirmendê Ehlê Sunnet li şarên Mihabad, Bokan, Seqiz û Banê de girtin û bi ciyik nekivş, raguhastine.

Niha, zêdetir ji 100 girtiyên Ehlê Sunnet li girtîgehên hukûmeta islamiya Îranê de hewsîne ku ji hebûna advokatê parêzer û mafê dadgehiya bi idalet, bêparin.