HILKIŞYANA ASTÊ GERMTIYÊ Û BÊ AVÎ LI “DÊHLURAN”Ê 2 SEDEMÊN KAWILBÛNA JÎNGEHÊ NE

16:46 - 13 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Berpirsê hilkişyana Astê Germtî û Hişkesaliyê, sedemên sereke ên Herimîna Jîngehê ne.

“Kiyanûş Şadî Wend” ji Mêhr re got: Hişkesalî li herêmên cor bi cor xesarên Suruştî lê dikeve û ev yek bûye seva koçkirina Balindeyan bo cihên din yên Îranê.

Wê Berpirsê got bê avî û Germayê li Dêhlurana Parêzgeha Îlamê gelek ji Jîngehan lewitandine.

Parêzgeha Îalamê yek ji herêmên xwediyê Dîmenên balkêş e.

Her di wê pêwendiyê de Zozana “Zemzem”a hilkeftî li 74 Kîlomêtriya Rojhilatê Îlamê, xwediyê Zaf bedewiyê bû ku muxabin di salên bihorî de bi awayek dofireh hatiye kimitîn û zirarek zaf bi navçeyê gihîştiye.