Hikûmeta Îranê sînorên Herêma Kurdistana Başûr topbaran kir

04:20 - 7 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Topxaneyên Spaha Pasdaran a Îranê, cardin axa Herêma Kurdistana Başûr kire armanc.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Îro Pêncşemî 15`ê Xezelwerê (6`ê Îlonê) topxaneyên Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê cardin sînorên Herêma Kurdistana Başûr, topbaran kir, û xesareke berçav li jîngeha vê deverê xistiye.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê ragehandiye ku: “Topxaneyên Spaha Pasdaran deverên wekî “Sîdekan” û “Çoman” bi tundî topbaran kiriye, û dehan hiktar ji daristanên van deveran ji ber agirê topbaranê ji nav çûye.

“Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistan” a girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, daxuyaniyek belav kiriye ku: “Topxaneyên Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê, di vê êrîşa topxaneyî de baregeh û stargehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kiriye armanc”.
Roja Sêşemî 23`ê Tîrmehê jî, Spaha Pasdaran, deverên bajarê “Sîdekan” û “Çoman” a Kurdistana Başûr topbaran kiribû, û di vê topbaranê de 2 pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi navên “Rehîm Rostem Dastan” xelkê bajarê Mehabadê û “Îdrîs Derwîşî” xelkê bajarê Pîranşarê jiyana xwe ji dest dan.