hikûmeta Îranê serjimêriya rast ya bêkaran belav nake

15:10 - 14 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Nawenda Amara Îranê ragehandiye ku hejmara bêkaran 3 milyon û 150 hezar kes e.

Piştî vê ku Nawenda Amara Îranê ragehand ku hejmara bêkaran 3 milyon û 150 hezar kes e, şarezayên aborî radigehînin, ku ew amar ne rast e, û hejmara bêkaran 6 milyon kes e.

Dewleta Hesen Rûhanî îdia dike ku nirxa helawsanê (teweromê) niha gihîştiye %8.3, lê sê salan berî niha %40 bû. Karnasên aborî dibêjin ku berdewamiya xirabiya rewşa aborî bûye sedema vê ku rêjeya teweromê bê xwar.

Herçend ku nirxa fermî ya vegeşînê di îsal de ji sedî 4.4 hatiye ragehandin, lê piraniya karnasan li ser vê baweriyê ne, ku hikûmeta Hesen Rûhanî nekariye serbarê lihevkirina etomî û rakirina tehrîmên neftî û bankî çerxa aboriya Îranê bixe hereketê. Rikeberên muhafizekar ên Hesen Rûhanî ji pilana nîgatîv ya navbirî di warê aborî de, li dijî hikûmeta wî mifahê werdigrin, û ew mifahweregirtina siyasî di hibijartina bê ya serkomariyê de jî wê tundtir be.

Mes’ûd Nîlî şêvirmendê karûbarên aborî ê Hesen Rûhanî ragehandiye, ku pirsa sereke ya aborî a Îranê ber bi vegeşînê ve naçe, û vegeşîna aborî div î welatî de, ne bi alîkariya dahatên neftî, belku ji riya sermayedanîna derekî ve ser digre.

Hesen Rûhanî îtiraf kir, ku vegeşîna aborî ya Îranê hewcehî bi 150 milyard Dolarî sermayeya derekî heye.