Hikûmeta Îranê di veguhastina çekên giran bo deverên Kurdistanê de berdewam e

20:36 - 23 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Şandina çekên giran ji aliyê hikûmeta Îranê ve, bo deverên Kurdistanê berdewam dike.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 31`ê Xermananê (22`ê Îlonê) hikûmeta Îslamî ya Îranê, çekên giran ji bo bajarên wekî Sine û Kamyaranê veguhastine.

\"\"Şahîdan veguhastina çekên giran li ser riyên Sine û Kamyaranê dîtine û hin wêne jî di vê derheqê de ji bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” şandine.

Hevwelatiyên Kurd vê kiryara hikûmeta Îranê, wekî şerxwaziya hikûmetê di Kurdistanê de didine zanîn.

Di heyamên borî de, hevwelatiyên Kurd yên li bajarê Şino, Merîwan, Serdeşt, Pîranşar û Seqizê jî şahîdê şandina berfireh a çekên giran bo ser sînorên hevpar yên di navbera Kurdistana Rojhilat û Herêma Kurdistana Başûr ji aliyê Spaha Pasdaran ve bûne.

Herwisa Spaha Pasdaran di berdewamiya milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê de, hejmarek binkeyên nû yên leşkerî di Kurdistan de, bi taybet di devedrên sînorî de ava kirine, û di van binkeyên leşkerî de, çekên giran wekî, top, tank, neferhilgir, katiyoşa û mînî katiyoşa cihigîr kirine.