Hikûmeta Îranê amarên bidarvekiriyan eşkere nake

16:26 - 27 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Saziya Mafê Mirov a Îranê daye zanîn ku, di Befranbara 1397`an de, du hepsî ku di giritîgeha bajarê Îlamê de bûn hatine îdam kirin.

Saziya Mafê Mirov a Îranê, di nûçeyekê de daye xuyakirin ku: Zanyariyên nû nîşan didin, di Befranbara sala borî de, du kes di girtîgeha Navendî a bajarê Îlamê bi tawana “qetilê” hatine îdamkirin, li gorî hinek li çavkaniyan ku ragehandine, yek ji wan kesên ku hatiye bidarvekirin, di heyama desteserkirinê de,temanî wî xwarê 18 saliyê bûye.

Li gorî gotina wê saziyê, roja 26`ê Befranbara 1397`an, du hepsî li girtîgeha Navendî a bajarê Îlamê hatine îdam kirin, û ew du hepisiyane bi dosyayên coda bi tawana “kuştina bizanebûn” cezaya bidarvekrinê bo van hatibû birîn.

Saziya Mafê Mirov a Îranê nasnameya wan du hepsiyan wiha daye zanîn, “Mes`ûd Nazirî” kurê Fazil ku li temenê 19 saliyê de, bi sebeba şerkirinê rastî bûyera “qetilê” hatibû, û di temenê 23 saliyê de jî, cezayê bidarverkirina wî hatiye lidarxistin, û “Ferhad Ekberî” kurê Heyder û di temenê 15 saliyê de, bi sebeba şerkirinê rastî “qetilê” hatibû.

Bi derbazbûna 3ê mehan bi ser bidarvekirina van du girtiyan, heya niha jî tu medyayeke hikûmetê ev nûçeya nedaye weşandin.