Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştevaniya Her hevhatinekê Jibo Çareserkirina Pirsa Kurd Li Turkiye Dike

16:33 - 23 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hikûmeta herêma Kurdistanê di ragihandinekê de piştevanîya xwe ji bo her hevhatinekê bo çareserkirina pirsa Kurd li Kurdistana Turkiyê bi awayekî aştiyane du pat kir. 

Hikûmeta herêma Kurdistanê peyama Ebdullah Ocalan ku roja Pêncşemiyê di rêûresma pîrozkirina cejna Newrozê de li Amedê hat vexwendin û tê de daxwaza bidawîhatina şer û tûnd û tîjîyan û çareserkirina pirsa Kurd bi awayekî aştiyane dike, bi erênî wesif kir.

Her weha hikûmeta herêmê piştevanîya her pêngavekî dike ku ji alîyê hukûmeta Turkiye û PKKê ve bihê havêjtin ji bo çareserkirina evê arîşeyê bi awayekî aştiyane.

Di dawîya daxuyanîyê de, ku ew ji bo hevkarî û piştevanîkirina çareserkirina pirsa Kurd li Turkiye bi awayekî aştiyane amadeye û dixwaze, hemû alî pêgîrî pîkolên xwe yên ji bo nehiştina şerr û tûnd û tûjîyan û prosesa çareseriyê bin.