Hezkiriyên xwezayê seyrangeh ji ziblan paqij kirin+Wêne

16:00 - 16 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya çalakiyên parastina xweza û ekolojî li rojhilatê Kurdistanê, vêca dostên suriştê li Gîlanarojava ya ser bi Kirmaşan, zibilên bi cih mayî ji geştiyaran berhev kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh çarşemî bervar 15`ê nîsana 2015`an, dost û hezkiriyên jîngehê di hereketeke xwser, devera geştiyarî ya “Navdar” li Gîlanarojava ji ziblan xawên kirin.

Hêjayî gotinê ye; çalakiyên paqij kirina xweza û surişt li rojhilatê Kurdistanê, bi armanca bi cih kirina çand a mifah wergirtina durist ji suriştê, tê encam dan.

Yek ji beşdarên wê helmeta jîngeh parêzî peyamêrê Kurdpa re got: Serbarê mifah wergirtina durist ji xweza û ekolojî, divê em hewl bidin suriştê jî bedev û xweşik bihêlin.

Di dawiya wê çalakiya jîngeh parêzî de, bi kesên çalak xelat hat dayîn û rêz ji têkoşîna wan hat girtin.

“Navdar” yek ji deverên tûrîstî li Gîlanarojava ye ku salane geştiyarên zor li Kurdistan û Îranê li vir digerin û bi xwezayê re hedîtinê pêktîn in.

\"25995.jpg\"

\"25998.jpg\"

\"25997.jpg\"

\"25999.jpg\"

\"26000.jpg\"