Hêzên rejîma Îranê kolberek Kurd birîndar kirin

14:02 - 19 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Di yek ji gundên Selasa Bavecan de, , kolbereke Kurd bû armanca gulleyên hêzên ewlehiyê.

Li gor rapora ku giheştiye nûçegihaniya Ajansa Kurdpa yê, roja Şemiyê 27’ê Sermawezê, kolbereke Kurd li ser sînorên Selasa Bavecanî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hedef hatiye girtin, û di encam de birîndar bûye.
Ew kolberê Kurd xelkê gundê “Ezgele” ji Parêzgeha Selasa Bvecanî bûye.

Di dema ku ew kolberê Kurd çend kalon gazoyîl dabûne pişta xwe, û dibir, ketiye ber gulleyên hêzên hikûmetê,di encam de ev kolbere di pişta xwe de, dişevite û birîndar dibe.

Berê jî di 18’ê meha Sermawezê de hêzên Spaha Pasdaran di herêma ku kurd tê de nîştecih in, nêzî gundê “Ezgele”ango Selasa Bavecanî li beranber kolberan gulle barandibûn,di encama gullebarana hêzên Spahê kolbereke Kurd jiyana xwe ji dest dabû.

Heyanî niha tu keseke huquqî û heqîqî di derbarê gullebarana raterast a hêzên Pasdaran li ser kolberên Kurd ji aliyê zagonî ve nehatiye dadgehîkirin,û dosyeya wan kesên ku birîndar bûne yan jî jiyana xwe ji dest dane,bi hêceta parastina sînoran nehatiye şopandin.