Hêzên rejîma Îranê kasibkarek Kurd dane ber gulleyan û kuştin

13:23 - 3 Gulan 2012
Kurdpa: Kasibkarekî Kurd xelkê bajarê Mehabadê ku bi trombêla xwe mijûlî kar û kasibiyê bû, bi sedema destrêjiya rasterast ya hêzên Întizamî liser riya Tewrêzê teqe lê hate kirin û li encam de canê xwe ji dest da.

Hemwelatiyek Kurd bi navê Hejar Soltanî temen 32 salî û xelkê bajarê Mehabadê li 12’ê Banemerê li ser riya Tewrêzê ji aliyê Hêzên Întizamî ve teqe lê hate kirin û piştî vê ku trombêla wî vegeriya, canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan ew xwediyê zarokek çar salî ye.