Hêzên Rejîma Îranê bavê sê zarokan dane ber gulleyan

22:32 - 9 Kanûna Paşîn 2016
Aajansa Kurdpa: Li herêma Soma Beradosta Urmiyê de hêzên rejîma Îranê bi gulleyan hemwelatiyek kuştin.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa hemwelatiyeke 46 salî bi navê Girman Mehmûdpûr kurê Elî li encama gulleberdana rasterast ya hêzên rejîma Îranê de canê xwe ji dest da.

Malbatên vî hemwelatiyê Kurd ku xelkê Maferan a Urmiyê bû, di pêwendiyeke telefonî de bi nûçegihaniya Kurdpa ragehandin ku di encama gullereşandina bê sebeb de, Girman canê xwe ji dest da, û tu kiryarekî berevajiyê yasayê encam nedabû.

Li gora zanyariyan karê navbirî cotkarî bûye, û ji vê riyê ve ji bo hevjîna xwe û sê zarokên xwe bijîva jiyanê peyda dikir.

Li ser sînorên Rojhilata Kurdistanê berdewam hevwelatiyên Kurd dibin armanca gulleyên hêzên rejîma Îranê, û kesên tawanbar tu carî nahêne dadgehîkirin, û tu kes xwe di hemberî kuştina sivîlan de berpirsyar nizanin.