Hêzên Nizamî yên bajarê Kirmaşanê jibo Sinê hatine şandin

19:16 - 20 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Bajarê Sinê li destpêka sala nû de bi hêzêek nizamî a taybet hatiye milîtarîze kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja 20’ê adarê hêzên Îttlatî û yêganên taybetî yên Komara Îslamiya Îranê, hemû kolan û cihên giştî yên bajarê Sinê bi hêzên nizamî dorpêç kirine.

Nûçegihanê ajansa kurdpa ragehand: Êwariya îro hêzekî berçav a taybetî di nawa bajarê Sinê de hatine cêgir kirin û bajêr bi hêzên nizamî hatiye dorpêç kirin.

Komara Îslamiya Îranê di heyamê çend heftiyên berê de bi gazî kirin û girtina çalakên siyasî û ferhengî û medenî yên Kurd li herêma Kurdistana Îranê dixwazin pêşiya birêveçûna rêûresma Newrozê bigirin.

Li heyamê 1 meha bihurî de pitir ji 60’welatiyên kurd ji aliyên hêzên ewlekarî yên Komara Îslamiya Îranê hatine girtin ku hin ji wan bi danina barimteyê hatine azad kirin.

Her di vê pêywendiyê de raydarê hêzên Întizamî û berpirsyarê ewlekariyê li bajarê Merîwan, Pîranşehr,Bokan, Pawê, Serdeşt, Nexede, Mako, Selmas û Sayinqela li ser birêveçûna cêjna newrozê gef ji xelkê kirine.