Hêzên milîtarî li Ormî kolberik Kurd kuştin

13:16 - 2 Hezîran 2014
Ajansa Kurdpa: kolberik Kurd, ji xelkê yekik ji gundên dewera Selmas, ji aliyê hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê de hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa Kurdpa; Tofîq Yûsifî, 35 salî, ji xelkê dewera Selmas, ku li sînorên nawbenda Îran û Tirka de li rewşa Kolberiyê de bûye, bi şêlikiya hêzên çekdarên huk.meta islamiya Îranê, canê vî jê hate sitandin.

Tofîq Yûsifî, ji xelkê Gundê Dêlezî li dewera Şipîrana Selmasê bû, ku li roja Înî, 9ê Cozerdan, li dewra Tirgewera Ormî de bi destê hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îranê hate kuştin.

Raportêrê Kurdpa li dewera Selamsragihand; termê vî Kolberê hatî kuştin, roja Şemî, 10ê Cozerdan, radestî malbata vî kirine û li gundê Dêleziya ser bi dewera Şipîrana Selmasê de bi xakê hate sipardin.

Pêştir , Mohemmed Salih Nîkbext li hevpeyvînik de tev ajansa Kurdpa, ragihandibû; hêzên milîtarîû intizamî bi anîna maina(bihana) mîna” guh nedana Kolberan bi agadar kirin ji aliyê ajanên milîtarîûşêlikî kirin bi Kolberan jio tirsa canê xwe nas nekirana wan li sedem dûratiyê” şêlikî bi Kolberan kirine, ber hindê, gişt carên kes hatin kuştina Kolberan û kasibkaran bi rewşa enqest(şibhê emd) û xeyrî enqest(xêyrê emd), anî hisêb û rewşa dosyeyên Kolberên hatî kuştinê li dadgehan de bê incam dimînin û bikuj ji siza tê xilas kirin.

Li midê sala 1392a rojî de, 89 Kolber û welatiyên sivîlên Kurd, bi şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê, hatine kuştin û 109 Kolber û welatiyên din jî, bi şêlikiya wan hêzan, hatine birîndar kirin, ku ne tinêçi ji wan bikujan, nedane destê dezgeha dadweriyê, belku, pitir caran, malbata wan kesên hatî kuştin, tûşî hereşa senterên milîtarî yên hukûmeta islamiya Îranê dibin, ku bi dû dosya hatin kuştina zarokên xwe nekevin.