Hêzên milîtarî li herêma Ormî bi şêlikiya rasterast, Kolberik Kurd kuştin

19:56 - 25 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberik Kurd ji xelkê dewera Tirgerwera Ormiyê ji aliyê hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê de canê wî jê hate sitandin.

Gorekî nûça gihştî bi ajanasa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Şemî, 2ê Sermawez, welatiyik Kurd bi navê “ Newroz Hisên Avdî” ji xelkê Berdesora ser bi dewera Tirgewera Ormî, ku li ser sînorên nawbenda Îran-Tirka de Kolberî dikir, li sedem şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê de canê xwe ji dest da.

Bi gotina kesik nêzî vê malbatê, Newroz Hisên Avdî, 28 salî û tinê çend roj ji zevicîna vî derbas dibûn ku li sedem şêlikiya hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê de hate kuştin.

Her wisa li 23ê Xezelwerê de Kolberik din ji xelkê dewera Banê bi navê “ Celîl Yûnisî”, 29 salî, li sedem hêrişa hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê de canê xwe ji dest da.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûça gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Rezbera îsal heya niha 9 Kolberên Kurd bi şêlikiya rasterasta hêzên milîtariyên hukûmeta islamiya Îranê hatine kuştin û 9ên din jî bi şêlikî an teqîna mîn birîdar kirin.

Ev statîstîka hejmartiye û bi pişrat kirin bi statîstîkên t.mar kirî li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa tê weşîn, bi balkêşandin ser rewşa anormal bûna êminiya herêmên Kurdistaniyên Îranê û nebûne ragihandinên azad bo berev kirina nûçên van herêman, pitira rewşên kuştin û birîndar bûna Kolberan bi vêşartî dimînin, ber vê dibe ku hejmara serasta kuştî û birîndar bûna Kolber û welatiyên Kurd ji vê hejmarê jî pitir be.