Hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, 5 kolberên Kurd kirine armanca teqeyên xwe

23:35 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Di doma teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îslamî a Îranê bo ser Kolberên Kurd, vê carê li Sînorê bajarê “Çaldiran” bi sedema teqeyên rasterast yên rejîmê 5 hemwelatiyên xelkê gundê “Şot” ya ser bi bajarê Çaldiranê bûne qurbanî.

Li gorî rapora Ajansa nûçegîhaniya Kurdpa yê, roja Çarşemî berwarê 6’ê Temoza sala 2016’an, di encama teqeya rasterast ya hêzên Hikûmeta Îslamî a Îranê, li herêma Sînorî yên Çaldiranê ya girêdayî bi parêzgeha Ûrmiyê, 2 kolberên kurd hatine kuştin û 3 yên din jî birîndar bûne.

Teqeya liser sînorînê Çaldiranê ku ji aliyê hêzên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ji kolberan hatiye kirin, bûye sedem ku 2 hemwelatiyên Kurd bi navên, “Borhan Elem Hûlû” û “Mistefa Mêhrperwer” canê xwe jidest bidin, lêheya niha tu zaniyariyek liser 3 kesên din ên birîndar nehatiye ragehandin.

Her di vê derbarê de, roja Dûşemiyê 7’ê Nîsana 2016’an, 2 kolberên Kurd yên ser bi herêma Alane ya girêdayî bi bajarê Serdeştê, bi navên “Letîf û Reûf Elîxanî” xelkên gûndê “Guîzlî”, bi teqeya rasterast ya çekdarên rejîmê hatine kuştin.