HÊZÊN KOMARA ISLAMÎ WELATIYEK KURD KUŞTIN

21:27 - 17 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Pîranşarê di encama teqeya rasterast a Hêzên Ewlehî de JIyana xwe ji desrt da.

Pêka rapora Kurdpa, Roja Sêşembê, “Rizgar Xizrî” li nêzîk gundê “Pirdanan”a Pîranşarê bi teqeya rasterasta Hêzên Ewlehî JIyana xwe ji dest da.

Ebdulla Bavê wî ji Kurdpa re got: Rizgar seva viya ku ji aliyê Hêzên Ewlehî ve ketibû ber destrêjiya teqeyê, xwe ji maşînê avêtiye der û Jiyan a xwe ji dest daye.

Bavê wî dibêje zêdebarî ku tiştên Rizgar dest biser de girtine, lê me çi serdana Navendên pêwendîdar nekiriye ji ber ku em dizanin kesek bersiva me nade.

Di Salên bihorî de gelek welatî ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatine kuştin lê kesek berpirsyartiyê li hember wê çendê nîşan nade.

Rizgar xelkê gundê “Mirane”a Mehabadê û xwediyê JInek û 2 zarokan e.

Di Sala bihorî de teqeya rasterast ji 27 welatyiên Kurd li ser têyan hatiye kirin ku 18 ji wan Jiyana xwe ji dest dane.