HÊZÊN KOMARA ISLAMÎ LI SÎNORAN ÇALAKTIR DIBIN

20:57 - 2 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Di rojên bihorî de Komara Islamiya Îranê li Sînoran çalak bûye û li Sînorên Merîwanê xwe bi cih kiriye.

Pêka rapora Ajansa Kurdpa, Komara Islamî di rojên bihorî de rewşek ne asayî ragîhandiye û di meşa wê rewşê de ku li hev aniye, li Merîwan û serw Abadê, Hêza Çekdare xwe zêde dike.

Çavkaniyek haydar ji Nûçegihanê Kurdpa re gotiye, li gondên “Encîran, Serdûş, Siyanaw, Derbenda Dizlî, Garan” û Hatine jora bajar, rewşek ne asyî hatiye ragîhandin û Komara Islamî Hêzêk herî zaf li wan herêman bi cih kiriye.

Her wisa hinçavkaniyan çend Rojan beriya niha daxuyand, Komara Islamiya Îranê li Sînorên Urmiye, Sine û Kirmaşanê, Hêzek Zaf bi cih kiriye û li gor “Mêhr” pêka Cîgirê Pedafenda Esmanî, li 300 xalên Sînorî, çavdêrî hatine zafandin.