Hêzên kincşexsî bêhurmetî bi keçên paskilsiwar kirin

20:52 - 1 Tebax 2017
Ajansa Kurdpa: Keçên paskilsiwar ên Merîwanî li derdora gola Zirêbar digel dijkiryara hêzên kincşexsî berbirû bûn.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpayê, hêzên kincşexsî ên ser bi îdareya Îtila`ata Merîwanê, li derdora gola Zirêbar bi berdewamî di halê geriyanê de ne.

Çavkaniyeke agehdar ragehandiye ku hêzên kincşexsî paskilên çend keçan ragirtine û daxwaz ji wan kirine ku qewl bidin cardin bi paskilan nehêne derdora gola Zirêbar.

Hêzên Întizamî ragehandine ku nabe keç li cihên giştî de, paskilsiwariyê bikin.

Sala borî jî hêza Întizamî çend caran pêşiya ajotvaniya paskilê ji aliyê jin û keçan ve girtibûn.

Gelawêja sala borî bû ku hêza Întizamî pêşiya keçên paskilsiwar ê Merîwanî li kempeyna giştî ya rojekê bê trombêl girtin, û çend kes ji destbiser kirin.

Li vê derheqê de daxuyaniyek bi îmzaya hezar û 400 kesî ji aliyê çalakvanên Merîwanî ve li dijî vê biryara rejîmê hatiye amadekirin.

Pêşnimêjê mizgewta Cami`e ya Merîwanê mamosta Mistefa Şêrzadî jî paskilwariya jinan wekî tawan bi nav kiriye.

Piştî vê ku cihek bi navê Parka Jinan bo keçên paskilsiwar li Merîwanê hate pêkanîn, jinan ew yek wekî sînordarkirina kar û çalakiya xwe dane zanîn, û ragehandin ku ew yek dikeve çarçoveya guhnedana bi mafê jinan.