Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê gef ji jineka helbestvan ya Kurd xwarin

14:04 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Şino Rhîmî Jina Kurd ya xelkê bajarê Merîwanê tenê jobo vê yekê ku dixwaz tevî kesekê li Ewrrûpa jiyana hevpar pêk bîne, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hate gazî kirin û rûbirûyê gef û hereşeya girtin û binçav kirinê bûye.

\"13597.jpg\"
Nîzam Zekeryayî، akinciyê welatê “Suîs”ê û dezgîranê Şino Rehîmî
Nîzam Zekeryayî akinciyê welatê “Suîs”ê û dezgîranê Şino Rehîmî, jina Kurd ya xelkê bajarê Merîwanê bi ajansa Kurdpa ragehand, heyamê 4 mehane ku hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê zext xistine ser dezgîrana min û çend rojan beriya niha kopiya nasname û Pasporta vê jê sitandine û ragehandine ku nabe tevî kesek bêdîn û kafir jiyana hevpar pêk bîne.

Zekeryayî basê vê yekê jî kir ku çend rojan beriya niha dezgîrana min jibo Îdareya Îttlat ya bajarê Merîwanê hetiye gazî kirin û bi vê ragehandine ku nebe jibo derveyî welat biçe û eger xwe bikuje jî bo wan çi erziş û girîngiyek nine.
\"13598.jpg\"
Şino Rehîmî، helbestvan û çalakê wêjeyî
Çalakê Kurd yê Akinciyê derveyî welat basê vê yekê jî kir, hêzên Îttlatî hêla Înternetê ji Şino Rehîmî Qut kirine û ragehandine ku divêt kopiya wan emailan ku tevî min qise kiriye bide hêzên Îttlatî.

Şino Rehîmî helbestvan û çalakê wêjeyî û her wisa mamostayê yek ji xwendingehên bajarê Merîwanê ye ku pitir ji 4 mehane ji aliyê hêzên Îttlatî kevtiye bin hereşe û giwaşan.