Hêzên Îttlatî 3,ê wilatiyên Kurd ên Herêma Serpêl Zehavê destbiser kirin

15:17 - 31 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: hêzên Îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê di heyamê heftiya bihorî de li yek ji herêmên sinûrî ên parêzgeha Kirmaşanê 3,ê wilatîyên Kurd binçav kirin e.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa,ê’  çend rojan berî niha li yek ji gundên ser bi bajarê Serpêl Zehav,ê’ Sê wilatîyên Kurd ji alîyê hêzên Îttlatî hatine girtin û jibo cihekî nediyar hatine şandin.

Nûçe gehniya Kurdpa nasnameya wan 3,ê girtîyan “ Qehreman Rehmanî”, “Ferman Rehmenî”temen 29 salî û kurê Qehreman û “Esker Rehmanî” ê temen 42 salî ragehand.

Ev 3,ê kesane xelkê gundê “Dengî” a ser bi herêma “Pişt Teng”a bajarê Serpêl Zehavê ne û yek ji wan girtîyan pitir ji 80 salan temnê wî ye.

Kesekî haydar ji bûyerê bi ajansa Kurdpa,ê’ ragehand: her yek ji wan 3,ê girtîyan kurekî wan di nava Partên Kurdî ên dijberî Komara Îsalmî a Îranê de xebatê dikin.

Di dawiya meha Pûşpera Îsal de, kesekî din ê bi navê “Seîd Darabî” li gundê “Elyasî” a ser bi herêma “Pişt Teng” bi destê hêzên Îttlatî ên Komara Îslamî a Îranê hat kuştin û birayê vî bi navê “Xalid Darabî” hat girtin.