Hêzên Îtila`atê hevwelatiyekî Kurd binçav kirin

15:27 - 20 Gulan 2018
Ajansa Kurdpa: Hêzên îstixbarata Hikûmeta Îranê di bajarê Seqizê de, hevwelatiyekî Kurd binçav kirin, û ev ji bo giritîgeha îdareya îstixbarata vî bajarî veguhastin.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 25`ê Banemerê, hevwelatiyê Kurd yê bi navê “Faroq Fîrûzî”, xelkê gundê “Qeyilsûnî” a ser bi bajarê Seqizê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate binçavikirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke haydar di vê derheqê de, hêzên îtila`atê piştî êrîşkirin û lêkolînkirina mala vî hevwelatiyê Kurd, navbirî binçav kirine.

Heyanî dema belavbûna vê nûçeyê, derheqê sebeba binçavkirina vî hevwelatiyê Kurd tu zanyariyek di ber dest de tuneye.

Hêjayî basê ye ku “Faroq Fîrûzî” bawernameya kolêja kîmyayî heye.