Hêzên Îtila`atê çar hemwelatiyên Kurd di Serdeştê de binçav kirin

19:47 - 25 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îtila`atê, di bajarê Serdeştê de sê çalakvanên sivîl û pêşnimêjê mizgevta “Şîwe Birayîm” ji bo vê navenda hikûmetî gazî kirin, û her li wir jî ev binçav kirin.

Li gora nûçeya gihîştî “Ajansa Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 2`ê Sermawêza 1396`an, 3 çalakvanên sivîl digel pêşnimêjê mizgevta Şîwebirayîm, ku yek ji kesayetiyên herî mezin ê bajarê Serdeştê ye, ji bo Îdareya Îtila`atê gazî kirin, û her li wir jî ev hemwelatiyên Kurd binçav kirin.

Nûçegîhanê “Kurdpa”yê di bajarê Serdeştê de nasnameya wan 3 hemwelatiyên sivîl û mamostayê Kurd bi wî awayî ragehandiye:

Êdrîs Mehmûdî, Rehman Medenî, Ciwanro Qadirî û mamosta Gulnewazêş pêşnimêjê mizgevta Şîwebirayîm.

Çavkaniyeke agadar di vê derheqê de daye zanîn: Ev 3 çalakvanên sivîl derheq pêkanîna kempêyîna “Çavê welat li me ye” hatine binçavkirin, û mamosta Gulnewazêş jî bi tometa rexnegiritin û piştevanîkirin ji vê kempêyînê ji bo Îdareya Îtila`atê hatiye gazîkirin, û piştî çend demjimêran ev azad kirine.

Vê çavkaniyê ji Ajansa “Kurdpa”yê, re daye zanîn ku: Êdrîs Mehmûdî û Rehman Medenî bi danîna barimtê hatine azadkirin, û Ciwanro Qadirî jî heyanî belavbûna vê nûçeyê çarenivîsa wî zelal nîne.

Hêjayê basê ye ku, Êdrîs Mehmûdî birêveberê kanala Telegram a “Rojnameya Serdeştê” ye.