Hêzên îtila`ata Îranê bêrêziyê bi mamostayên aynî yên Sonî meseb dikin

15:31 - 9 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Mamostayê ayînî yê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê rastî bêrêzî û bêhûrmetiyan ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve hatiye.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, piştî ragihandina cejna Remezanê li bajarê Pîranşarê, mamosta Es`ed Hesenî û mamosta Noredîn Vajî rastî bêrêzî û bêhûrmetiyan ji aliyê hêzên îtila`ata hikûmeta Îranê ve, hatibûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, êvariya roja Duşemî 13`ê Cozerdana 1398`an, komek ji xelkê gundê Xerenc a girêdayî bajarê Pîranşarê ku, karîbûn Heyvê bibîne, û mamosta Es`ed Hesenî, pêşnimêjê gundê wî gundî jî her bi sedemê digel mamosta Noredîn Vajî Moftî civiyabû û piştî nîqaşkirina derheq nêrînên rûsipiyên deverê, li bajarê Pîranşarê roja Sêşemî 14`ê Cozerdanê wekî roja cejna Remezanê ragihandin.

Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye ku: Piştî ragihandina cejna Remenzanê li bajarê Pîranşarê, hêzên îtila`atê êrîşî ser mala mamosta Es`ed,mamostayê ayînî ê gundê Xerencê kirine û bêrêzî jî kiribûn û herwisa mamosta Noredîn Vajî jî ku, meqama mesebî li deverê heye, ev jî rastî bêrêziyan hatiye.

Di bersiva, vê kiryara hêzên îtila`atê, Mihemed Cemaledîn Vajî jî ragihandiye ku: Ji berprisên dilsoz yên wî welatî daxwazdikim da ku hin kesên tundrew û serbereday sînordar bikin û hêla sor ji van re diyarî bikin, da ku her tiştî wekî mijareke siyasî û ewlehî çav lê nekin û her core nerazîbûnekê jî wekî codahîbûn û herifînê şirove nekin.

Herwisa navbirî ji mamostayên ayînî yên Kurd daxwaz kiriye da ku, derheq çalakkirin yan mafê esla 12 ya yasaya bingehîn, tomar bikin û ji aliyê xelk û mamostayên ayînî yên deverê re bidin îmizekirin û bo ofîsa rêberê feqîh bişînin.

Her di vê derheqê de jî, roja Duşemî 13`ê Cozerdanê, mamosta Ebdulqodis Husêynî, cêhgirê pêşnimêjê mizgevta Serheng a Sine piştî ragihandina cejna Remezanê, roja Sêşemî 14`ê Cozerdanê, navbirî bo çend demjmêran di îdareya îtila`ata wî bajarî de di bin lêkolînê de derbaz kiriye.