Hêzên Îranê 20 Hespên Kasibkarên Ser Sînor Ên Serdeştê Dikujin

12:25 - 19 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Hêzên întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê li devera Serdeştê car din kasibkarên sersînor dane ber destrêjiya guleyan.

Li gor nûçeya gihîştî dest Ajansa Kurdpa li Serdeştê, roja 17.12..2011-an li enca destrêjiya
Hêzên întizamî ên Îranê bo ser kasibkaran li nêzîk Dermanawê û Dolebê ya ser bi Serdeştê, 20 hespên barhilgir ên kasibkarên Kurd mirine.

Her di vê pêwendiyê de çend rojan beriya niha hêzên întizamî li nêzîk gundê Marexan ya Serdeştê agire berdane xêweta jimareyek ji kasibkarên ser sînor.
Kasibkaran xêwetên han ji bo parastina xwe ji seqem û bêhnvedanê li nêzîk Marexan lêdabûn.